Teoriya sîmulasyonê: Gelo em di sîmulasyonekê de dijîn? -1-
Ji sala par ve hingê şewba hanê dest pê kiriye, meraqa min a li ser sosyo-polîtîkaya jiyana rojane her gurtir bûye. Hima çi were ber min hewl didim bixwînim, binêrim, guhdarî bikim.

Ji sala par ve hingê şewba hanê dest pê kiriye, meraqa min a li ser sosyo-polîtîkaya jiyana rojane her gurtir bûye. Hima çi were ber min hewl didim bixwînim, binêrim, guhdarî bikim. Qet nebe li gor mijarên taybet wan bisenifînim. Îja çend rojên ewil gava ku ez li dosyeya xwe vegeriyam, min dît ku der barê fezay û felsefeya têkildarî wê de gelek materyal tov bûne. Di nav van mijarên spesîfîk de jî mijara ku der barê wê de materyal herî zehf in, teoriya sîmulasyonê ye. Jixwe çend mehên ewil dîsa li vir bi rûxalî min qala vê mijarê kiribû (binêr : herkes li ku derê ye?). Îja anha bi bêhneke fireh û lezzeteke din ez ê dîsa berê xwe bidim vê mijarê û dest bi rêzenivîseke dirêj bikim. Her çiqas meraqdar û sewdaserê vê mijarê bim jî, amatorî her berdewam e. Lewra fikr û ramanên xwe texsîr nekin, falsoyan efû nekin. Belkî me li ser vê meseleyê civatek jî gerand li ser clubhouseyê.
Teoriya sîmulasyonê çi ye ?
Ka em ji sifirê dest pê bikin, bi pênasekirinê. Teoriya sîmulasyonê ew teorî ye ku dibêje em di sîmulasyonekê de dijîn û hemû tiştên li derdora me, em jî tê de, xewn û xeyalên me, diya me, gundê me, pişkulên pezan, dinyaya me, eşyayên tê de, heta gerdûn bixwe jî ne rast in. Hemû sîmulekirî ne. Yanî sexte ne û bi kompîtirekê hatine çêkirin. Her tiştê ku em dibînin, dixwin, bêhn dikin, temas dikin, guhdarî dikin, ji bilî çend kodên kompîtirê wêdetir ne tu tişt in. Ango di pratîkê da em tune ne, bes hişê me heye. Ev teoriya ku li ber guhê me heya bêjî fantastîk û surreal e, xwedan argumanên xurt ên zanistî ye.
Heywanên mîna me, ji bo fahmkirina derdora xwe hewceyî senifandin û kategorîzekirinê ne. Çimkî hişê me nikare ewqas agahiyên li derdora xwe bixebitîne, hemûyan fahm bike. Loma bi demê re em fêrî kategorîzasyonê bûn. Mîsal, bêhna pîs di hişê me de hima her tim têkildarî tiştên xeternak e. Çimkî tê de îhtimala mîkrobên ku zirarê bidin me zêde ye. Loma


