TEV-DEM: Têkoşîna me nîşan da ku li vê erdnîgariyê aştî dikare pêk were
TEV-DEMê peymana di navbera HSD û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de wek gaveke girîng ber bi îstiqrar û rawestandina şer ve nirxand

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) têkildarî lihevkirina di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de piştgiriya peymanê hat kirin û wiha hat gotin: “Rêveberiya me ji destpêka şoreşê ve gelê me û destkeftiyên me parastin. Em di wê baweriyê de ne ku çareserî divê sûriyeyî-sûriyeyî, li ser esasê rêzdariya li hemberî hev pêk bê. Divê çareserî li ser bingeha rêzdariya li hember taybetmendiyan, mîsogerkirina mafên gelê me be. Têkoşîna me nîşan daye ku li ser vê erdnîgariyê dikare aştiya navxweyî biparêze û li hember terorê bisekine.”
Serketina peymanê girêdayî pêkanînê ye
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serxistina peymanê girêdayî asta pabendbûna aliyan bi pêkanîna bendên wê ye û hat gotin: “Divê bi ruhê tevkarî, berpirsyarî, misogerkirina ku Hêzên Sûriya Demokratîk zerar nebîne lihevkirin pêk were. Ji ber ku HSD destkeftiyek nîştimanî ye, roleke diyarker di têkbirina DAIŞê de û di parastina ezmûna demokratîk a ku bi xwîn û qurbaniyên mezin hatiye damezirandin de lîstiye.”
Di dawiya daxuyaniyê de bang li gel û hêzên siyasî û civakî hat kirin ku bi zanebûn û berpirsyarî piştgiriyê bidin peymanê. Daxuyanî bi van gotinan bi dawî bû: “Aştiya navxweyî biparêzin û hemû hewldanên provokatîk red bikin. Ji bo siberojeke demokratîk, bi rûmet, edalet û azadiyê ji tevahî Sûriyeyiyan, bi taybetî gelê me yê berxwedêr re bîne, kar bikin. Di heman demê de em spasiya gelê me li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê dikin ku tevahî qad veguherandinê qadên parastin û piştgiriya destkeftiyên Rojava. Em helwesta piştevan a partî, hêzên kurdistanî û kesayetên siyasî û dewletên ku piştgirî dan çareseriyên aştiyane û bûn sedema vê peymanê silav dikin.”


