Tirkiyeyê enternasyonalîst dersînor kirin

Tirkiyeyê 16 enternasyonalîstên ku ji bo piştgiriya Rojava hatibûn Mêrdînê piştî binçavkirinê, rayedarên dewletê der barê wan de biryara dersînorkirinê da.

1 deqe xwendin
Tirkiyeyê enternasyonalîst dersînor kirin

Çeteyên HTŞê û DAIŞê di 6ê çile de li dijî taxên kurdan Eşrefiye û Şêxmeqsûd dest bi êrîşan kirin. Piştî şerê 6 rojan ê li dijî taxan, vê carê HTŞê û komên girêdayî Tirkiyeyê berê êrîşan dan Rojavayê. Êrîşên li ser axa rojane bi piştgiriya Tirkiyeyê didomin. Ji bo piştgiriya berxwedana Rojava 15 ciwanên enternasyonalîst ji Almanyayê hatin bakurê Kurdistanê. 15 ciwanên ku ji saziyên weke Koma Xebatên Enternasyonalîzmê ya Hannoverê, Ciwanên Çep – Solid, Ciwanên Demokratîk ên Yuna, Keçên Demokratîk ên Rozalia, Federasyona Rêxistinên Têkoşerên Çîna Civakî, Sazîbûna Komûnîst pêk dihatin di çarçoveya xebatên xwe de derbasî Mêrdînê bûn. Fereshte Khosravî ku ji rojhilatê Kurdistanê ye jî beşdarî çalakiya ciwanan bû. 

Polîsên Mêrdînê li ser rêya Qoser û Nisêbînê ciwanên Alman, binçavkirin. Hate diyarkirin ku ciwan li ser biryara dadgehê hatine binçavkirin. Ciwan piştî hatin binçavkirin ew birin Îdareya Koçberiyê ya Bajêr a Mêrdînê. Li gorî agahiyên ku parêzeran dan, derbarê ciwanên enternasyonalîst û Fereshte Khosravî de biryara dersînorkirinê hatiye dayîn. Hate ragihandin ku 16 enternasyonalîst dê di nava çend saetan de bên dersînorkirin.