UNICEF û WFDê serdana Kobanê kirin
Şandeyek ji Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (WFD) serdana Kobanê kir û bi nûnerên saziyan re civiya û rewşa koçberan jî şopand.

Şandeyek ji dehan endamên Rêxistina Alîkariyê Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) û Bernameya Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (WFD) pêk tê, serdana Kobanê kir. Şandeyê bi nûnerên saziyên av, tenduristî, ceyran, perwerde, înternet û aborî re hevdîtin kirin. Nûnerên saziyan bandorên dorpêça li ser bajarê û rewşa koçberan bi şandeyê re parve kir. Ji wan xwest ku rewşê ji nêzî ve bişopînin û bibin bersiv. Pişte nîqaşkirin rewşa Kobanê ya di dorpêça giran de şandeyê serdana dibistan, baxçeyên zarokan, firne û mizgeftên ku koçber lê dimînin, kir û rewşa wan şopand.


