Veysî Aktaş: Azadî bi yekitî û rêxistiniyê dibe

Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş, di peyama ji bo Kongreya MXŞDê re şandî de got ku lêgerîna xweseriyê meseleyeke ewlehı û hebûnê ye û got: “Yekitî, xweparastin û rêxistinî dê bi xwe re azadiyê bînin.”

1 deqe xwendin
Veysî Aktaş: Azadî bi yekitî û rêxistiniyê dibe

Ji bo silavkirin û pîrozkirina 6emîn Kongreya Asayî ya Meclisa Xweseriya Demokratîk a Şengalê, gelek peyamên nivîskî û bi dîmen jî gihiştîn kongreyê. Yek ji peyamên taybet jî ya Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş bû. Aktaş, kongre pîroz kir, der barê têkoşîna civaka êzidî ya hebûn û azadiyê, bi taybet jî ezmûna Rêveberiya Xweser a Şengalê nirxandinên girîng kir û destnîşan kir ku fermana 2014an ji bo êzidan bûye destpêka veguherîneke kûr. Aktaş, herwiha der barê girîngiya pêşxistina tifaq û yekitiyê de, têkoşîna hebûna azad de jî peyamên xwe gîhandin kongreyê.

Veysî Aktaş, bibîrxist ku civaka êzidî di Fermana 2014an de ne tenê bi qirkirina fîzîkî re di heman demê de bi gefên kûr ên tunekirinê re rû bi rû man ku hebûna wan a dîrokî hedef hat girtin. Aktaş, anî ziman ku di vê fermana giran de, di encama êrişên hovanê yên çeteyên DAIŞê de bi hezaran kes hatine kuştin û girtin, jinên êzidî hatine kolekirin, bi sedhezaran êzidî ketine ser rêya koçberiyê û wiha pê de çû: “Ev ferman di heman demê de destpêka veguherîneke kûr ji bo êzidiyan nîşan da. Li derveyî hêzên HPG û YPGê jî ti hêz parastina êzidiyan nekir, ji ber vê yeke jî parastina cewherî ji bo êzidiyan bû pêwistiyek. Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) ku di vê pêvajoyê de hatin damezrandin ne tenê bûn avahiyeke leşkerî, lê di heman demê da bûn garantiyek ji bo parastina civaka êzidî. Ev avahiya ku jinên êzidî tê de roleke girîng lîstin, di warê wekheviya zayendî de jî modeleke nû pêşkeş kir.”

Xweseriya êzidiyan 

Di berdewamê de Veysî Aktaş diyar kir ku yek ji pêşketinên girîng ên piştî fermanê jî geşbûna îradeya gel a xwerêvebirinê bû û wiha axivî: “Meclis û komunên ku di vê çarçoveyê de hatin avakirin, şêweyê rêveberiyeke serbixwe nîşan da. Di vê pergalê de biryar li ser asta bingehîn têne girtin, bawerî û nasnameyên cuda di rêveberiyê de cih digirin. Dema ku civaka êzidî rastî komkujiyên dîrokî tê, ev lêgerîna xweseriyê jî weke meseleyek ewlehî, man û nemanê pêk tê. Modela jiyana ku li Şengalê tê avakirin ne tenê bi ewlehî û rêveberiyê ve sînordare. Ew her wiha paradîgmayek ku têkiliyên civakî ji nû ve pênase dike. Rizgariya jinan, jiyana ekolojîk û aboriya kolektîf kevirên bingehîn ên vê modelê ne. Bi taybet rêxistinên ku ji aliyê jinan ve tên rêvebirin, di derbaskirina travmayên berê de roleke girîng dilîzin.”

Bi domdarî Veysî Aktaş nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên têkildarî civaka êzidî bi bîr xist û got: “Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, civaka êzidî weke yek ji civakên qedîm ên olî yên Mezopotamyayê dibîne. Pêkhateyên bi pêşengiya jinan ên li Şengalê pêşketine, di vî warî de pêşketineke dîrokî temsîl dikin. Rizgariya gelê êzidî ne di parastina hêzên derveyê de ye, lê di pêşxistina rêxistina xwe ya xweser de ye. Parastina ku ji aliyê civaka êzidî ve hatiye avakirin, ne tenê leşkerî ye. Lê di heman demê de çandî, siyasî û civakî ye. Mîna teyrê sîmurg, ji nû ve zayîna êzidiyan temsîl dike.”

Girîngiya yekîtiyê 

Aktaş, di berdewamê de îşaret bi tifaq û hevgirtina civaka êzidî kir: “Çawa ku dema fermanê çar parçeyên Kurdistanê ji bo Şengalê bi yekitî tevgeriyan, îro jî divê em dîsa dengê yekitiyê bilind bikin. Yekitî ne tenê bihevrebûne. Yekitî; armanc, îrade û hişmendiyeke hevpar a pêşerojê ye. Wekî ku tê zanîn, yekitî hêzê diafirîne, dihêle ku em ji qeyranan derbas bibin û nasnameya xwe xurt bikin. Di heman demê de civakek parçebûyî nikare daxwazên xwe bi xurtî nîşan bide. Ji ber vê, yekitî ji bo gelê me yê êzidî pir girînge, bi dehhezaran kesên ku di jenosîda 2014an de li çol û çiyayan penaber bûn, tenê bi saya hevgirtina kolektîf û parastina cewherî sax man. Bi rêya yekitîyê em nûnertiya xwe ya sîyasî xurt dikin, ewlehî û yekparçeyiya demografîk a Şengalê diparêzin. Yekitiya dilxwaz û hişmend dihêle ku em di rûbirû bûna zehmetiyan de bibin civakek berxwedêr û dihêle ku em pêşerojek bi rûmet ava bikin. Yekitî, xweparastin û rêxistinbûn wê me ber bi azadiyê ve bibe. Divê em hemû fêm bikin, çawa ku piştî Şengalê em li Kobanê di ruh, fikir û çalakiyê de bûn yek divê em îro jî heman tiştî bikin. Ev erk û berpirsyarî dikeve ser milê me hemûyan. Yekitî wê azadî û wekheviyê bîne.”

Veysî Aktaş, di dirêjiya axaftina xwe de wiha got: “Azadî, ji bo civaka me yê êzidî tê wateya naskirina nasnameya wan a kolektîf, ziman, çand û îradeya wan. Ev tê wateya ku em bikaribin bi zimanê xwe, bi baweriya xwe ya kevnar bijîn û biryarên li ser pêşeroja xwe bidin. Jiyaneke azad jiyaneke bi rûmete. Li cihê ku azadî tunebe nasname, bawerî û pêşeroj herdem di xeteriyê de ne. Dîroka me vê yekê îsbat dike. Yekitî û berxwedana ji bo azadiyê pir girînge. Azadî, xwerêveberiya gele. Weke li Şengalê, divê hun karibin bi hêzên xwe yên parastinê li ser axa ku hun li ser dijîn, xwedî gotin bin. Tenê wê demê em dikarin behsa azadiya rast bikin. Lê belê pêwîste ev liser bingeheke rast were femkirin û çareserkirin.” 

Azadiya Abdullah Ocalan 

Endamê Sekreteryaya Îmraliyê Veysî Aktaş di dawiya peyama xwe de der barê azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan de axivî û got: “Rizgarî û azadiya gelên Rojhilata Navîn, bi taybetî ya kurdan bi azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Ji ber ku me qirkirin û polîtîkayên tinekirinê yên ku li dijî kurdan hatine ceribandin dîtine, lê Rêber Apo van polîtîkayên tinekirinê û komplo pûç kir. Ji ber vê yekê werin em hemû bibin yek û weke çemek jiyanê ber bi azadiyê ve bimeşin.”