Waliyê Hesekê Nûredîn Ehmed şandeya rûspiyan qebûl kir
Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa Ehmed bi amadebûna rêveberên Hêzên Asayîşê, bi şandeyeke rûspiyên bajarê Hesekê re civiya.

Parêzgarê Hesekê Nûredîn Îsa li avahiya parêzgariyê pêşwaziyê li şandeyeke rûspiyên kurd û ereb ên bajarê Hesekê kir. Nûredîn Îsa Ehmed û heyeta rûsipiyên ereb û kurd re rewşa dawî ya Hesekê girtin dest. Di hevdîtinê de ji rêveberên Hêzên Asayîşê Mehmûd Xelîl Elî amade bû.
Nûredîn Îsa Ehmed diyar kir ku yekitî, ewlehî û rûmeta welatiyan û pêşkêşkirina xizmetan, xebatên wan ên pêşîn in û soz da ku ew ê bibe parêzgarê tevahî xelq, pêkhate û mezheban û got: “Ev kar emaneteke di stûyê me de ye. Em ji Xweda hêvî dikin ku me bi ser bixe û xêr û xweşiyê bide welat.”
Rûspiyan jî Nûredîn Îsa ji ber mîsyona parêzgariyê pîroz kir û hêviya serketinê jê re xwest. Li gorî agahiyên ku çavkaniyan dan ANHAyê dê fermandarê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ê Hesekê Merwan El Elî yê ji aliyê hikûmetê ve hatiye tayînkirin, serdana parêzger Nûredîn Îsa Ehmed bike.


