Welatiyên Rihayê ji bo Rojava çalakî li dar xistin

Komeke welatî li navçeya Wêranşar a Rihayê ji bo piştgiriya gelê Rojava fîşekên hewayî teqandin û dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

1 deqe xwendin
Welatiyên Rihayê ji bo Rojava çalakî li dar xistin

Bertek û nerazibûnên gel ên li dijî DAIŞ, HTŞ, SMO û komên paramîlîter ên giredayî Tirkiyeyê her ku diçe zêde dibin. Li çar aliyên Kurdistanê û derveyî welat gel li qadan çalakiyan pêk tîne. Li navçeya Wêranşar a Rihayê jî welatî di seatên evarê de li ber avahiya DEM Partiyê ya Wêranşar kom bûn û çalakî li dar xistin. Welatiyên pankarta li ser, “Li Rojava berxwedan li Bakur serhildan” vêkirin fîşkên hewayî teqandin û dirûşmeyên, “Bijî Serok Apo” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Welatiyan demekê dirêj li ber avahiya DEM Partî bi berzkirina dirûşmeyan piştgiriya xwe ya ji bo Rojava nîşan dan.