Wergera wêjeyê -2-

Li gor Roland Barthes wêje dibe du çiq. Li çiqekê helbest, berhemên pevbestî yên wek roman û çîrok û drama hene ku nivîskarên wan der barê obje û fenomenên li cîhanê tiştên sêwirandî an jî raçavkirî...

1 deqe xwendin
Wergera wêjeyê -2-

Li gor Roland Barthes wêje dibe du çiq. Li çiqekê helbest, berhemên pevbestî yên wek roman û çîrok û drama hene ku nivîskarên wan der barê obje û fenomenên li cîhanê tiştên sêwirandî an jî raçavkirî dinivîsin; û li çiqê din jî cureyeke taybet a nivîsê heye ku mijara wê obje û fenomenên derveyî nîne, lê berovajî vê, ew nivîsa der barê nivîsê bixwe de ye, an ku formulasyonên lîngûîstîk ên ku ji hêla kesên din ve hatine sazkirin ji xwe re dike mijar, bi awayekî jî dibe şîrovekirina şîroveyekê.

Werger jî parçeyeke çiqa duyemîn e. Mijara wê nivîs bixwe ye. Di vir de xala girîng ew e ku tespîta Barthes cudatiya mijarê ya wan her du çiqên nivîsê nîşan dide, ne ku afirînerî û sêwiranê bike para cureyên wêjeyê û ji hêla din ve jî nivîsên der barê nivîsan de, an ku meta-tekstan jî bike tiştên analîtîk. Di nivîsên ku dikevin koma duyem de jî afirînerî heye û ew tişt ji bo wergerê jî derbasdar e.

O.F. Babler der barê wergêr de pênaseyeke balkêş dike û dibêjeku wergêr nivîskarekî taybet e di nav koma nivîskaran de ku karê wî/wê peydakirina peyvan e li beramberî peyvên ku nivîskarekî din nivîsîne; formulekirina fikran e ku nivîskarekî din beriya wî/wê formule kirine; û pêşkêşkirina zanyariyan e ku yekî din beriya wî derpêş kirine. Gotinên Babler taybetiya nivîskariya wergêr, hêla wî/wê ya afirîner û barê ku pişt dike bi awayekî kurt û têgîner tîne ziman.

Gotineke klîşe heye di navbera wergêran de ku piranî ji bo nîşandana qîmeta karê wergêr tê bikaranîn: “Çawa ku hebûna du destan têrê neke ku mirov bibe pîyanîst, zanîna du zimanan jî têrê nake ku mirov bibe wergêr.” Ev gotin hem pêwîstiyên ji bo pisporiya karê wergerê û hem jî girîngiya pisporiya wergêr tîne hişê mirov. Perwerdeya wergera wêjeyê, hebûna tradîsyoneke wergerê, pejirandina pîvan û helwestên hevpar ên der barê wergerê de, nirxandinên zanistî û akademîk der barê berhemên wergerandî de û nirxandina kalîteya wergeran ji wan pêwîstiyan yên sereke ne.

Piştî wan gotinan em çend tiştan jî der barê wergera wêjeya kurdî de bibêjin. Mirov bi hêsanî dikare bibêje ku wergerên wêjeyî yên kurdî bi awayekî bi kalîte nayên nirxandin û rexnekirin. Rojeva wergera kurdî divê ji nîqaşên têkildarî navê berhemên wergerandî û navê wergêran wêdetir be û ji populîzma zorpêdayî rizgar bibe. Mixabin helwesta xwîner, nivîskar û lêkolînerên kurd a li hember wergerê bi têra xwe erênî nîne. Xwîner hîn jî li hember metnên werger wek biyaniyan disekinin; nivîskar ji wergeran disilikin; lêkolîner û zimanzan jî bi pîvanên teng nêzikî wergerên wêjeyî dibin.

Piraniya nêrînên der barê wergeran de mixabin fikir û angaştên xav in û di hişê xudanên xwe de jî zêde nehatine nîqaşkirin. Gotina 'wergera xirab zirarê dide zimên' gelek tê bihîstin. Ew helwesta parastinê pirî caran wek hestiyariyeke di radeya paranoyayê de xwe dide nîşan. Lewre divê bê zanîn ku nivîsîn–wergerandin jî tê de– û axaftin zirarê nadin sîstema zimên û eger em bi qewlê Sausurre bibêjin, di