Wezareta Tenduristiyê: DYA û Îsraîlê hezar û 200 sivîl kuştin
Wezareta Tenduristî ya Îranê diyar kir ku Îsraîl-Amerîka di êrîşên li ser Îranê de zêdetirî hezar û 200 sivîl kuştin û zêdetir 10 hezar jî birîndar kirine.

Wezareta Tenduristî ya Îranê daneyên kuştin û birîndarên welatê xwe bi raya giştî re parve kir. Wezaretê destnîşan kir ku di êrişên esmanî yên Îsraîl û Amerîkayê de zêdetirî Hezar û 200 sivîl hatine kuştin û zêdetirî 10 hezar kes jî birîndar bûne.


