Xeta me Sosyalîzma Civaka Demokratîk e
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di perspektifa xwe ya Aştî û Civaka Demokratîk de zêde li ser têgiha netewe-dewletê radiweste û destnîşan dike ku ew li şûna netewe-dewletê civaka siyasî, sincî û demokratîk esas digire û dibêje: “Xeta me Sosyalîzma Civaka Demokratîk e. Em li çar parçeyan bi netewe-dewletan re entegrasyona demokratîk esas digirin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gelek pirtûk û hevdîtinên xwe de balê dikişîne ser pirsgirêkên ku netewe-dewlet dibe sedem. Herî dawî di perspektîfa xwe ya “Aştî û Civaka Demokratîk” de bi taybetî li ser pergala netewe-dewletê û dijberî wê civaka demokratîk û entegrasyonê radiweste.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di manîfestoya dawî de diyar dike ku di demekê de ku modernîteya kapîtalîst û netewe-dewlet bi awayekî îdeolojîk bi pêş ketin, hêzên serdest bi van her du têgihan bingeha înkara kurdan danî û wiha dibêje: “Em ê azadiya komînê biparêzin. Wekî ku ji navê wê diyar e, em dev ji zimanê dewleta neteweyî berdidin, têgihên li ser netewe-dewletê hatine avakirin berdidin û têgihên exlaqî û siyasî yên li ser bingeha komînê qebûl dikin. Me got 'civaka siyasî ya exlaqî', navê komîna azadkirî ye.”
Rêber Abdullah Ocalan netewe-dewletê wekî kirde pênase dike û bi bîr dixe ku têkiliya efendî-kole di netewe-dewletê de bi pêş ketiye û dibêje: “Di netewe-dewletê de têkiliya efendî-kole tune ye; welatiyê azad derketiye holê. Felsefeya Hegelî felsefeya ku netewe-dewletê ya îroyîn afirandiye. Netewe-dewlet ji destpêkê heta dawiyê tê wateya şer. Hema bêje yek netewe-dewleta ku bi şer ava nebû û bi şer hilneweşiyaye tune ye. Hemû netewe-dewlet bi şer ava bûne û bi şer hilweşiyane. Hemû dewlet ji serî heta binî berhemên şer in. Yên vê pergala netewe-dewletê bi rê ve dibin jî kesên serdest û kastîk in. Kujerê kastîk ên nûjen jî ji bo serdestiya xwe bi piranî rêbazên leşkerî bi kar tîne.”
Rêber Abdullah Ocalan destnîşan dike ku wan ji ber vê sedemê netewe-dewlet xist rêza pêşîn û van nirxandinan dike: “Bi me baş dide fêmkirin ku ev kujerê kastîk hewcedarê netewe-dewletê ye. Ji ber ku vê carê kujerê kastîk xwe di bin maskeyê netewe-dewletê de vedişêre. Vê rêbaza kastîk jî encam girtiye. Pêşveçûna wê ya ku mîna ahtapotê (heştpiyek mezin) 500 sal in didome, bi xêra netewe-dewletê ye. Di vî warî de, rast e; divê em netewe-dewletê bînin destpêka têgiha modernîteyê.”
Dayika kapîtalîzmê netew-dewlet e
Rêber Abdullah Ocalan li ser têkiliya netewe-dewlet û modernîteyê jî wiha dibêje: “Di navbera netewe-dewlet û modernîteyê de têkiliyek nêzîk heye. Divê têgiha modernîteya kapîtalîst li vir şaş neyê fêmkirin û "çîna kapîtalîst a modern", bi raya min, "modernîteya kapîtalîst", ku me ji termînolojiya marksîst wergirtiye, min gelek caran bi kar aniye, lê pênaseya wê ya herî guncaw ji bo kapîtalîstan kujerê kastîk e. Netewe-dewlet diyardeyek e ku li dora modernîteyê bi pêş ketiye. Ew bi veguherîna komînên ewropî bo civaka sivîl û civaka sivîl bo dewleta neteweyî derketiye holê. Encama ku ez gihîştimê, kapîtalîzm netewe-dewletê nawelidîne; netewe-dewlet kapîtalîzmê diwelidîne. Ev çavdêrî girîng e.”
Entegrasyon berevajiyê asîmîlasyonê ye
Rêber Abdullah Ocalan fesixkirina PKKê wekî destpêka avakirinê pênase dike û wiha dibêje: “Fesixkirin ne dawî ye. Veguhestinek bo pêvajoyek nû ya rêxistin û têkoşînê ye. Têkoşîna nû ne şer e. Aştî bixwe ye. Ne avakirina netewe-dewletê ye. Avakirina civakeke demokratîk e. Xeta sosyalîst a ku em li ser in, ne sosyalîzma rasteqîn a li ser bingeha dewleta neteweyî ye. Sosyalîzma Civaka Demokratîk e. Pewîst e ku em careke din slogana xwe ya bingehîn a "Sosyalîzma netewe-dewletê ber bi têkçûnê ve, Sosyalîzma Civaka Demokratîk jî ber bi serkeftinê ve dibe.
Rêber Abdullah Ocalan li ser têkiliya di navbera entegrasyon û netewe-dewletê de jî van nirxandinan dike: “Entegrasyon girîng e. Ji ber ku ew girêdana bi netewe-dewletê re ya ku em ê bi hev re bijîn diyar dike. Çar netewe-dewletên ku rasterast bi Kurdistanê ve girêdayî ne hene. Em ê bi rêbaza entegrasyona demokratîk bi van çar dewletan re bên cem hev. Netewe-dewlet niha asîmîlasyonê pêk tîne. Dibe ku hin kes bixwazin entegrasyonê wekî asîmîlasyon fêm bikin. Lê em ê li dijî asîmîlasyonê li ber xwe bidin. Entegrasyon berevajiyê asîmîlasyonê ye. Ew muzakereyên demokratîk li me ferz dike; rêyek din tune ye. Nêzîkatiya ku ‘dewlet bi hêz e, dewlet her tiştî ferz dike, bi zordariyê wê ferz dike’ nayê qebûlkirin. Ev hemû nêzîkatiyên faşîst in. Divê hemû bên redkirin. Tişta ku divê bê kirin, bi rêya diyalogê entegrekirina civaka demokratîk bi netewe-dewletê re ye.”


