Xeterî û kêmasiyên rapora hevpar a meclisê

Di rapora hevpar de binavkirina pirsgirêkan û rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan ji gelek aliyan ve kêm e. Mînak, di raporê de pênasekirina hemwelatiyekî azad a hiqûqî nehatiye nîqaşkirin an tespîtkirin; behsa mafê ziman û jiyandina çandî nehatiye kirin.

1 deqe xwendin
Xeterî û kêmasiyên rapora hevpar a meclisê

Rapora lijneya meclisê a hevpar di 18ê sibatê de ji aliyê lijneyê ve hat erêkirin û bi raya giştî re hat parvekirin. Berî ku naveroka raporê were nirxandin, em dikarin bêjin ku ev rapor bixwe gelek girîng bû. Ji ber ku ji sed salî zêdetir bû ku pergala yekperest a Komara Tirkiyeyê bi helwesta yekperestiyê, cudahî û pirrengiya neteweyî, olî, zimanî, çandî bi rêbaza tunehesibandin û înkarê neheqiyeke mezin dikir. Di serî de gelek kurd bixwe û gel, bawerî, çand û zimanên ku li hember vê neheqiyê radibûn, ji aliyê Komara Tirkiyeyê ve rastî êriş, komkujî û qirikirina fizîkî û çandî hatin. Li hember van biryardayîn û vîna gelan, komara yekperest neçar ma û rêya siyaset û diyalogê vekir. Ev rapor destkeftiyeke encama vê tekoşîn, biryardarî û vîna sedsalê ye. Ji ber wê jî divê mirov qedrê vê tekoşînê û vê raporê bizanibe.

Wekî ku me nû got, ev rapor bi hebûna xwe girîng e, lê di helwesta naveroka xwe de gelek kêmasî û nebesiyan dihewîne. Ev rapor bi vê naverokê mirov dikare rasterast bêje ku nabe bersiv ji bo çareserkirina pirsgirêkên sedsalê. Dema mirov li naverokê dinihêre, di serê zimanê raporê de zimanekî gelek xeter, serdest û tawanbar tê dîtin. Ji bo lihevkirin û aştiyê divê her alî qedr û rêzê bidin aliyên din. Ji ber wê jî divê rêzdarî di serî de bi ziman were xuyakirin. Mînak, di raporê de pêvajoya çareserkirina polîtîkayên yekperestî û binpêkirina mafê kurdan wekî “Tirkiyeya bêteror” tê binavkirin. Dîsa tekoşîna mafê kurdan û tekoşîna kurdan wekî “teror” hatiye binavkirin. Ev ziman ji bo lihevkirin û aştiyê zimanekî neyînî û xeter e. Ev pêvajo wekî ku di navê lijneyê de jî hatiye gotin, pêvajoya “hevgirtina neteweyî, xwişk-biratî û demokrasiyê” ye; dîsa tevgera kurdî û birêz Ocalan ev pêvajo wekî “pêvajoya aştiyê û civaka demokratîk” bi nav kiriye. di pêvajoyeke bi îdiaya avakirina aştî, demokrasî û biratiyê de, binavkirina “Tirkiyeya bêteror” li gorî ruh û armanca pêvajoyê nîne. Di heman demê de tekoşîna mafên bingehîn an tekoşîna hebûn û tunebûnê wekî “teror” nayê pênasekirin û binavkirin. Ji ber wê zimanê raporê li gorî ruh û armanca pêvajoyê nîne.

Di pêşkêşiya raporê de hatiye tespîtkirin ku: “Ew kesên ku sed sal berê hewl dan erdnîgariya me li ser bingeha cudahiyên etnîkî, mezhebî û olî parçe bikin, ji bo careke din heman armancê neşopînin; jiholêrakirina tevahiya terorê û avakirina hawirdorek aştî û aramiyê ya bi rastî mayinde wekî berpirsyariyeke dîrokî li pêşiya me radiweste.” Lê tespîta vê raporê kêm e. Ji ber ku ew kesên ku gelê vê erdnîgariyê li ser bingeha etnîkî, olî û mezhebî parçe dikin kî ne û bi kîjan rêbazê parçe dikin, nehatine diyarkirin. Em vê yekê aşkere bikin: Yên ku gel li ser bingeha etnîkî, olî û mezhebî parçe dikin, hêzên kapîtalîst û emperyalîst in an jî dewletên yekperest ên girêdayî van hêzan in. Hêzên kapîtalîst û emperyal gelan ji bo ku bi hêsanî bi rê ve bibin, li ser mijarên sûnî parçe dikin. Dewletên yekperest jî bi înkarkirina gelan, bawerî û çandan civakê parçe dikin. Ji ber vê, di raporê de parçekirina gelan li ser bingeha etnîk, ol û mezhebî rast e lê kêm e. Kîjan hêz gelan parçe dikin û ji bo ku gel neyên parçekirin divê çi bê kirin, nehatiye gotin. Lê em bibêjin: Ji bo ku gel neyên parçekirin, divê mirov di serî de ji xwe dest pê bike û di serî de Komara Tirkiyeyê ji pergala yekperestiyê vegerîne û li gorî pirrengiya Tirkiyeyê pergala civaka demokratîk hilbijêre.

Di rapora hevpar de binavkirina pirsgirêkan û rê û rêbazên çareserkirina pirsgirêkan ji gelek aliyan ve kêm e. Mînak, di raporê de pênasekirina hemwelatiyekî azad a hiqûqî nehatiye nîqaşkirin an tespîtkirin; behsa mafê ziman û jiyandina çandî nehatiye kirin. Mafê ziman ne tenê axaftina ziman e; bikaranîna ziman di raya giştî û saziyên fermî de, ji pêşdibistanê heta zanîngehê bi zimanê dayikê perwerde dîtin, xurtkirin û bipêşxistina ziman jî di nav de ye, lê di raporê de behsa van mijaran nehatiye kirin. Rapor di helwesta hestiyariyê de jî bi zimanekî yekalî hatiye nivîsandin. Behsa êş û elema dayikên hêzên ewlekariyê û leşkerî hatiye kirin, lê behsa êş û elema dayikên gerîla û dayikên girtiyên siyasî nehatiye kirin. Di helwesta peywerdarkirina çavdêriya geşedanên pêvajoyê de jî tenê desthilatdarî hatiye erkdarkirin. Lê ji gavên ku desthilatdarî bavêje mekanîzma nehatiye nîşandan. Herwiha mirov dikare gelek kêmî û nebesiyên raporê bi rêz bike. Lê dîsa jî ev pêvajo û ev rapor gelek rêyên çareserkirina meseleya kurdî û demokratîkkirina civakê dide me.

Li hember hemû kêmî û nebesiyên raporê, wekî ku birêz Ocalan dibêje, em ê bi rêya siyaseteke pir xurt a demokratîk bimeşin û kêmî û nebesiyên raporê sererast bikin. Di serî de yekîtî, hevgirtin û tifaqa kurdan saz bikin; paşê jî xwişk û biratî û tifaqa demokratîk a kurd û tirkan ava bikin. Ji ber wê divê di serî de civak bê birêxistinkirin û polîtîkkirin. Ji bo birêxistinkirina civakê şert û merc li cih in. Kêmî û nebesiyên raporê ji xalên naveroka raporê yên 6emîn “Pêşniyarên Birêkûpêkkirina Zagonsaziyê li ser Pêvajoyê” û xala 7emîn “Pêşniyarên Têkildarî Demokrasiyê” re, bi civakeke polîtîk û rêxistinkirî û bi xebatên li meclisê derfeta sererastkirinê heye. Wekî ku birêz Ocalan dibêje: “Ev pêvajoya me li pişt xwe hişt û rêbaza diyalogê îspat kir ku rê li ber veguherîneke ji siyaseta tundî û parçekirinê, ber bi siyaseta entegrasyona demokratîk ve vekiriye.”