Ziman nasnameya berhemê ye
Xwînerên hêja di vê hejmarê de em yek ji nivîkarên pêşî yên rojavayê Kurdistanê ku beriya salên 90'î di warê nivîsandina kurteçîrokê de dihat naskirin, dikin mêvanê xwe.

Xwînerên hêja di vê hejmarê de em yek ji nivîkarên pêşî yên rojavayê Kurdistanê ku beriya salên 90'î di warê nivîsandina kurteçîrokê de dihat naskirin, dikin mêvanê xwe. Kerem bikin em bi hev re nivîkarê kurd Pîr Rustem nas bikin.
Di destpêkê de em bi hev re vegerin salên beriya 90'î ku wê demê me li zanîngeha Helebê hev nas kir. wekî tê bîra min di destpêkê de te bi çîrokên erebî dest bi nivîsandinê kir û paşê tu derbasî kurdî bûyî, tu dikarî ji xwendevanên me re behsa wê demê bikî, ango çima bi erebî û çi bû sedem tu li kurdî vegerî?
Belê, vaye sîh sal qediya di ser wan rojan re, lê ez bawer im; me karibû şopek li pey xwe bihişta, çi di warê edebiyatê de be û çi jî di cureyên din de be . Ji bo ronîkirina wan deman em dikarin bêjin ku guhdana me yabi çand û edebiyatê vedigere salên li pêş ewan deman, lê hema tenê weke mirovekî ji xwendinê hez bike û ne weke yekî dixwaze bibe nivîskar. Heya salên dawiya 80'yî ku em wê hingê li Zanîngeha Helebê bûn weke we anî ziman û dê çêrokeke evînê bihêle ez hinek hestên xwe bînim ziman di şêweya çîrokê de. Helbet bi zimanê erebî ji ber ku xwendina fermî li dibistanê bû û zimanê me qedexe bû, me nedikarî pê binivîsanda weke her mirovekî kurd ku zimanê dayikê jê re tenê yê axaftinê ye. Lê piştî demekê û bi alîkariya hin hevalan û bi taybetî Koma Xanî ya çand û kultura kurdî ku ew di wê hingê de li bajarê Helebê bi roleke girîng rabû û helbet hinek guhdan ji aliyê min ve jî hişt ku ez di demek kurt de fêrî nivîsandina kurdî bibim û wilo min dev ji nivîsandina erebî berda û berhemên xwe bi zimanê dayîkê nivîsandin. Belkî ez yek ji kesên pêşî bûm ku li rojavayê Kurdistanê -qonaxa duyemîn û piştî qonaxa Bedirxaniyan- ku min bi zimanê kurdî çîrok nivîsandiye.
Di wan salan de baş tê bîra min tevgereke gelekî xurt a çandî di nav xwendevanên kurd ê Zanîngeha Helebê de hebû li gorî te sedemên wê yekê çi bûn?
Di baweriya min de; ne tenê tevgera çand û edebiyatê xurt bû, tevî rastiya ewê yekê, lê berî wê jî, xurtbûnek di tevgera siyasî de jî çêbûbû û partiyên kurd di Zanîngeha Helebê de roleke girîng dilîstin. Ji ber jimarek xwendevanên me ya baş çêbûbû û tevgera siyasî ya kurd xwe digihand wan xwendevanan; ango em dikarin bibêjin, weke qonaxeke ronakbîriyê bû di civaka me ya Rojava de. Ev guhdana tevgerê bi ev nifşê xwendevan hişt tevgera rewşenbîriyê di vê qonaxê de careke din bi rê bikeve. Piştî demeke dirêj ji vemirandinê, ji ber weke em dizanin li bajarê Şamê paytexta Sûriyê û di salên 30 û 40'î de û li ser destên Mîr Celadet û hin hevalên wî, tevgereke xurt dihate meşandin, lê mixabin piştî derketina fransiyan ji Sûriyê, miletê me kete bin zora şovînîzma ereb û gelek destkeftinên xwe winda kirin. Berî her tiştî yên çand û edebiyatê û evê qonaxê dirêj kir heya bi salên 80'yî û bi şûnda, ku hinekî tevgera siyasî ya kurd xurt bûbû, piştî hinekî ji ewan kotekiyên rêjîma Baasa şovîn xelas bûbû. Ji ber ewê hingê rêjîma Sûriyê bi kirîza (Ixwan Mislimîn) de ketibû û hinekî darê zorê ser pişta miletê me sistbûbû û ewê yekê hiştibû tevgera siyasî hinekî bi rola xwe rabe ku weke we got, tevgereke rewşenbîriyê derkeve holê.
Em bala xwe didin berhemên te yên dawî piraniya wan lêkolîn û gotarên siyasî ne û bi zimanê erebî hatine nivîsandin, çima ne bi kurdî ne?
Mixabin û piştî çar berhemên çîrokê, romanekê û hinek berhemên dîtir di warê siyaset û lêkolînê de ku tev bi zimanê zikmakî hatin belavkirin, min dev ji zimanê kurdî berda û ez hatim nivîsandina bi zimanê erebî. Di warê siyasetê de weke we anî ziman û ev çîrok jî vedigere destpêka sedsala nuh ku hinekî rola kurdan ya siyasî berz dibû û bi taybetî rola Herêma Kurdistan ku di wan salan de hatina navbenda neteweyî bû li herêmê û weke ji kurdan re xêzek danîbûn û ewê yekê hiştibû ku jimareke mezin ji rewşenbîrên ereb ên şoven şerê Kurdan û herêmê bikin -weke çawa nuha şerê Rêveberiya Xweser tê kirin- ev yeka çûye hişt ku ez guhdaneke mezin bidim bersivdana wan pênûsên şoven û diviyabû bi zimanê erebî be. Ji ber nivîsandina wan a mak bi erebiye û xwendevanên xwe dê kesên bi erebî dixwîne be û wilo pirtûka min a pêşîn bi zimanê erebî di bin navê (القضية الكردية في الخطاب العربي المعاصر) de hat. Ango (Doza kurdî di guftûgoya erebî ya nuh de) û weke em ji navnîşana pirtûkê dibînin ew deq bêtir ji xwendevanên zimanê erebî re ye.
Gelek kurd hene bi zimanên din berhemên xwe dinvîsin, gelo ew berhem dibin malê kurdan an jî xizmeteke çawa ji bo çand û zimanê kurdî dike?
Evê babetê di demekê de –û belkî heya bi nuha jî- çarçoveke mezin di diyaloga rewşenbîrên kurd de cih girt. Hinekan ji me got, ew nivîsandinên ji aliyê nivîskarên kurd ve tê nivîsîn, tenê babetên wan bi kurdan ve girêdayî be, ew ji çanda kurdî tête jimartin, bêyî ku li zimanê wê binêrin. Di bawerî û dîtina min de ew nêrîna çûyî hinekî bi hestê neteweyî hatî ser ziman û ne bi xwendineke hişmendî. Ango ewên ji bilî zimanê kurdî dinivîsin û da ku ji wan re neyê gotin, nivîsa we yan ew bi xwe ne weke nivîskarên kurd in, ewana rastiyeke naskirina edebiyatê bincil kiriye, ewa ji ziman tê. Weke em tev dizanin, gava ji me re tê gotin û weke nimûne; edebiyta tirkî, em têdigihên ew edebiyata bi zimanê tirkî hatiye nivîsandin û ne ewa ku nivîskarê wê bi eslê xwe tirk e yan mijara wê li ser tirkan e. Vêca ez bi xwe bi wê dîtinê re me ku dibêje, ziman nasnemeya çand û edebiyatê didê. Lê ew yeka natê wê wateyê ku nivîsandinên bi zimanên dîtir -çi ji aliyê nivîskarên me yên bi esil û nijada xwe kurd in û çi jî yên biyan, ewên mijarên xwe li ser kurdan bin- nakevin raj û xizmeta doz û miletê me, qet na. Helbet ew jî dikeve xizmeta gelê me, lê em nikarin jê re bêjin; ew ji çand û edebiyata kurdî ye, ji ber weke me berê jî got, ziman nasnameya



