Ziman û zargotin

Ziman û zargotin du hêmanên bingehîn ên mîrateya çandî û civakî ne. Ziman û zargotin wekî du hêmanên bingehîn ên çanda civakî ne.

1 deqe xwendin

Ziman û zargotin du hêmanên bingehîn ên mîrateya çandî û civakî ne. Ziman û zargotin wekî du hêmanên bingehîn ên çanda civakî ne. Em ê di vê gotarê de, têkiliya navbera ziman û zargotinê, sazgêriya wan a veguhastina çandî, peywira wan a di avakirina nasnameyê de û veguherînên wan yên di pêvajoya modernîzasyonê/nûjenkariyê de bi berfirehî vekolin . Rol û rista ziman a di zargotinê de û hem jî bandora zargotinê ya li ser ziman dahûrînin. Herwiha em ê li ser têkiliya piralî ya di navbera ziman û zargotinê de rawestin û çawaniya hilberandin, veguhastin û zindîkirina ziman û zargotinê li gor rêbazên zanistî dahûrînin. Girêdayî wê jî em ê rola ziman wekî hilgirê kodên çandî û zargotinî li ser bîra hevpar/kolektîf bi hev re binirxînin.

Her civak di tevahiya pêvajoya dîrokî de nasnameya xwe ya bêhempa bi rêya ziman û çandê ava dike. Zargotin, beşeke pir girîng a vê çandê ye û ji kevneşopiyên devkî, baweriyên cuda û jînenînigarî û şêwaza jiyana gel pêk tê. Ziman tenê ne amrazeke ragihandinêye; herwiha hem hilgirê bingehîn ê zargotinê û hem jî kargêriyeke veguhastin û parastina çandî ye. Di zargotinê de rola zimên pir girîng e. Berhemên zagotinî bi piranî bi devkî têne veguhastin. Çîrokên gelêrî, çîrvanok, metelok, bêje, biwêj û destan ji hêla bedewkarî û zimannasiya zimên têne şêwandin. Zargotina her civakê, hemû taybetmendiyên zimanî yên wê civakê hildigire û bi lîstikên peyvan ên taybetiyên zimên re vediguherîne wateyê û bi metaforan dewlemend dike. Bo nimûne, "stran" (stranên gelêrî) yên kurdî ne tenê awazek/newayek in. Heman demê ji bo derbirîna vegotineke dîrokî û civakî ye ku bi saya zargotinê tê şêwandin û pêşxistin. Vebêjeyên zargotinî, dibe sedema bêje, biwêj û qalibên zimanî yên ku di ziman de cih digirin. Metafor an hin îfadeyên ku bi gelemperî di çîrokên gelêrî de têne bikaranîn, bi demê re dikevin zimanê rojane û bandorê li pêşveçûna zimên dikin. Ev yek jî nîşan dide ku ziman sazgêriyeke zindî ye û bi naveroka çandî re di nav têkiliyeke domdar a zargotinê

Nûçeyên Eleqedar